Back to Search
Start Over
Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî de
- Source :
- Nubihar Akademi, Vol 5, Iss 17, Pp 71-100 (2022)
- Publication Year :
- 2022
- Publisher :
- PAK AJANS Yayıncılık, 2022.
-
Abstract
- Di nav mîtan de mexlûqateke herî berbiçav û pir tê qalkirin, dêw e. Dêw bi piranî weku mexlûqatên şênber ên gir, tirsnak, bihêz û weku mirovan tên şayesandin. Carinan jî ne weku mexlûqeke şênber lê weku xul, saw, xof, hîseke razber hatine pênasekirin. Xisûsen di nav miletên Îranî de berî Zerdeştiyê heyînên baş û heta Xwedavend dihatin hebandin û digel Zerdeştiyê ew hevalkar û temsîlkarên Ehrîmen hatin pênasekirin. Carinan bi navên taybet hatine binavkirin û carinan weku temsîleke giştî bi navê “Dêw” hatine binavkirin. Herwiha bi gelek navên cuda di heman xisûsîyetê de qala mexlûqên weku perî, pîra cadû, elk, hût hwd. tê kirin ku hem di gelek lêkolînan de weku form û tezahurên dêwan hatine qebûlkirin hem jî di lêkolîna me de ev yek bi awayekî zelal hat destnîşankirin. Ev nav û nûçik, bawerî, pênase û şayesandinên kevnar û mîtîk di nav folklora Kurdî da jî bi awayekî xurt hatiye veguhastin û heya roja me hatine. Me di vê xebatê de di nav çarçoveya folklora Kurdî de lêkolîna dêw û peywendîya wan a bi sêhrê re, tezahurên wan, cureyên wan û temsîlên wan kir. Palpişta vê lêkolînê mîta KurdoÎranî ye ku çavkanîya sereke kitêba pîroz a Zerdeştiyê Avesta ye. Helbet gelek xebat û berawirdkariyên ku di wî warî de hatine kirin jî bûne palpişta xebata me. Xebata me li ser du çiqan pêk hatiye ku yek jê rasterast weku mexlûqatek dêw in. Çiqa duyem jî form û tezahurên dêwan ên bi navê Perî, Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs û hwd. in. Ev mexlûqat di vê xebatê de hem hatine tesnîfkirin û ravekirin hem jî di nav folklora Kurdî de çawa û di çi peywendê de hatibin pênasekirin, bizarkirin û şayesandin bi nimûneyên xwe hatine nîşandan. Weku encameke sereke pir bi eşkere xuya bû ku dêw û formên dêwan çi bi navê xwe û çi jî bi nav û nûçikên cuda di nav folklora Kurdî de bi awayekî pir zindî hatine veguhastin û gihiştine roja me.
Details
- Language :
- Arabic, English, Persian, Kurdish, Turkish
- ISSN :
- 2147883X
- Volume :
- 5
- Issue :
- 17
- Database :
- Directory of Open Access Journals
- Journal :
- Nubihar Akademi
- Publication Type :
- Academic Journal
- Accession number :
- edsdoj.927e28b629704bcabab4aaa9ad5b4a9e
- Document Type :
- article
- Full Text :
- https://doi.org/10.55253/2022.nubihar.1100092